Kalinê Berdevkê Serokkomarîyê:Micadeleya me ya li hember FETOyê ew ê di her zemîn û rûbarê de bidome

Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokkomarîyê, “Ew ê micadeleya me ya li hember FETO ya ku nirxên dînî û menewî îstîsmar dike û bawerîyeke ji rê derketî dişopîne re di her zemîn û rûbarê de berdewam bike.”

Ekleme: 15.07.2022 14:50:32 / Güncelleme: 15.07.2022 14:50:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îbrahîm Kalinê Sefîr û berdevkê Serokkomarîya Tirkîye di salvegera 6emîna teşebûsa derbe ya FETOyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Rihê Miletê me yê piştgirî, qeweteke wisa ye ku dikare hemû planên komên teror ên navneteweyî betal bike. Heyecan û mihabbeta me yê  wê şevê berdewam dike.”

Kalin di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew ê micadeleya wan yê li hember FETOyê berdewam bike û weha li axavtina xwe zêde kir, “Kesên ku di derbeyê de cih girtine li ku derê dinyayê de bin jî ew ê di nav ewlehîyê de nemînin. Ew ê micadeleya me ya li hember FETOya ku nirxên dînî û menewî îstîsmar dike û bawerîyeke ji rê derketî dişopîne re di her zemîn û rûbarê de berdewam bike. Em ji wan welatên ku wan derbekaran dihewînin re bangên xwe nû dikin: Wê marê ku hûn di nav xwe de xwedî dikin ew ê rojekî bi we vebide. Ji vê rêxistina jehrî bi lez û bez xwe xelas bikin.” (ÎLKHA)