Li Şingalê di encama operasyona ku hat kirin de 84 berikên hawanê hatin girtin

Di encama operasyona ku ji teref Artêşa Iraqê ve li Şingalê hat lidarxistin de di nava wesayîtekê de 84 berikên hawanê û gelek zêde teqemenî hatin bidestxistin.

Ekleme: 15.07.2022 14:45:34 / Güncelleme: 15.07.2022 14:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Ajansa Ewlehîyê ya Iraqê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama operasyona ku ji teref Artêşa Iraqê  ve li Şingalê hat lidarxistin de di nava wesayîtekê de 84 berikên hawanê û gelek zêde teqemenî hatin bidestxistin û 2 kes jî hatin girtin.(ÎLKHA)