Li Gujarat’ê ji ber barana zêde hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 47’an

Li wilayeta Gujarat a li rojavaya Hindîstanê de ji ber baranên muson û lehîyê ve hejmara ku canê xwe ji dest dan bû 47 kesan.

Ekleme: 15.07.2022 14:20:31 / Güncelleme: 15.07.2022 14:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bandora barana ku ji 7’ê Tirmehê de dibare li herî zêde herêmên Tapî û Navarîyê hat dîtin. Ekîbên xelaskirinê di van herêman de heta niha 300 kesan bi saxîtî xelas kirin.

Li deverên lehîyê heta niha 39 hezar kes ji teref desthilatdarên Gujaratê hatin xelaskirin û hatin şandin kempa demborî. Ji ber lehiya avê li hin qismên rêya Ahmedabad-Mumbaî’yê trafîk sekinî.

Li wilayeta Assam’ê jî ji ber lehiyê heta niha 179 kes jiyana xwe ji dest dan. Hejmara afetzedeyan derket 1,6 mîlyonê, di 23 navçeyan Assamê de 1,6 hezarî zêde herêma çolterî di bin avê de man.

Ji lehiyê li Assamê 138 hezar xanî yan bi temamî yan bi qismî xerabûn. Ji ber hilweşîna berajê bajarê Silcharê hema hema bi giştî di bin avê de ma. Lehî 10 mîlyar rupî (1,2 mîlyar dolar) zerarê da aborîya bajarê. 47 hezar hektar erdê çandî ya Assam’ê jî di bin avê de man. (ÎLKHA)