Hamas: Ne beşdarkirina rejîma dagirker a di Lîsteya Şermê ya Neteweyên Yekbûyî helwestek lomandinêye

Hereketa Berxwedana Îslamî (Hamas) bal kişand ku nexistina rejîma îşxalker a siyonîst ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) di lîsteya şermê de helwestek e ku divê bê lomandin û rejîma îşgalker cinayetên xwe yên li dijî zarokên filistînî didomîne.

Ekleme: 15.07.2022 10:40:32 / Güncelleme: 15.07.2022 10:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Hamas’ê Hazîm Kasim bal kişand ku Sekretera Giştî ya NY, rejîma îşxalker a sîyonîst ji ber sûcên wê yên li hember zarokan dike gerek bike nav Lîsteya Şermê ya ku teşkîlat wê lîsteyê saz kirîye.

Kasim, di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku di raporan de gelek sûcên rejima îşxalker a li hember zarokan kirîye bi belgeyan hatîye eşkerekirin, di raporande tê nivîsandin ku rejîma îşxalker bi tenê sala 2021an de 71 zarokên Filistînî qetil kirîye, ji 982 zarokan re jî miameleyên neînsanî kirîye.

Kasim di daxuyanîya xwe de weha got, “Wan sûcên rejîma îşxalker ku li hember zarokên Filistînî dike û wan îhlalên ku berdewam dike, miameleya wê ya bi tetorî a li hember xelqê me li ber çavan nîşan dide.”

Kasim, di berdewama daxuyanîya xwe de bi bîr anît ku gerek fermandarên rejîma îşxalker di Dadgehên Ceza ya Navneteweyî de ji sûcên herbê bên darizandin.

Lîsteya Şermê an jî bi navê dinê Lîsteya Reş ji teref NY ve ji sala 2002yan heta niha, di raporên xwe de miameleyên ku li herêmên herbê zarokan tên kirin cih digre û navê wan rêxistin û walatên ku ev sûcê kirine tê de hene. (ÎLKHA)