Li Ukraynayê êrîş li navenda kar hat kirin: 12 mirî 25 birîndar

Di encama êrîşa ku bi roketan li Ukraynayê hat kirin de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 14.07.2022 14:55:10 / Güncelleme: 14.07.2022 14:55:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serwîsa Acîl a Dewleta Ukraynayê destnîşan kir, li navenda bajara Vînnîtsyayê bi roketan êrîş hatiye lidarxistin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, êrîş derdora seat 10.50î de hat kirin û di encama êrîşê de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşê di gelek avahîyan de zirar çêbû.(ÎLKHA)