Ji ber barana zêde li Ummanê 16 kes canê xwe ji dest dan û 4 kes jî winda bûn

Hat ragihandin ku ji ber barana zêde ya ku di hefteya dawî de li welêt bi bandor bû 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî winda bûn.

Ekleme: 14.07.2022 10:40:29 / Güncelleme: 14.07.2022 10:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midûrê Giştî yê Operasyonên Polîsê Umanê Muhammed Bin Nasir El Kenedî diyar kir ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ji bo 4 kesên winda li parêzgeha Zuferê dewam dikin û zêdeyî 40 kes jî hatin xilaskirin.

Midûriyeta Meteorolojiyê ya Umanê hişyarî da ku dibe ku li herêmên çiyayî baran bidome. (ÎLKHA)