Heyatekî ku ji cîhadê re hatîye nezirkirin: Şamîl Basayev

Şamîl Basayevê Fermanderê efsane yê Çeçenîstanê ku di 10ê Tîrmehê sala 2006an de şehîd bûbû, di salvegera şehadeta xwe de, bi rehmet û bi mihnet tê yadkirin.

Ekleme: 13.07.2022 17:15:47 / Güncelleme: 13.07.2022 17:15:47 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji fermandarên ku di cîhada Qefqasyayê de nayê jibîrkirin yek jî Şamîl Basayev bû. Basayev, di sala 1965an de li herêma Vedenoya Çeçenîstanê hat dinyayê. Di sala 1987an de li Moskowayê dest bi perwerdehîya endazyarîyê kir. Di sala 1991an de di dema derbeya hikumeta li Moskowayê de di navbera alîgirên Borîs Yeltsînê de cih girt. Ew, navê xwe serê ‘ewil di dema ku balafireke Rusan ji bona ku tiştên li Çeçenîstanê tê jîyankirin ji dinyayê re bide bihîstandin revandibû û li Enqereyê danîbû ‘erdê de dabû bihîstandin.

Di sala 1992yan de dema ku fermandarê yekîneyên Çeçenan ên ku ji Abhazyayê re hatibûn şîyandin bû, bi emrê Cevher Dudayev ji fermandarîya yekîneyên Konfederasyona Xelqên Qefqas ku di xelaskirina Abhazyaya ku di bin îşxala Gurcîyan da ye de di dereceya yekemîn de tesîrdare re hat tayînkirin. Piştî Abhazyayê hat Çeçenîstanê û di belavkirina yekîneyên bi çekdar ên ku li hember Dudayev mixalefetîyê dikirin de jî gelek tesîrdar bû.

Di sala 1994an de bi îşxalkirina Rusyayê yê li Çeçenîstanê bû fermandarên Çeçen ên herî mûhîm. Di serê sala 1995an de balafirên herbê ên Rusyayê mala Şamîl yê li Vedenoyê ye bombebaran kirin û ji malbata wî 11 kesan şehîd kirin. Di meha Hezîranê ya sala 1995an de ku qetlîamên Rus li ser sîvîlan herî zêde bû de, ji bona wan tiştên ku tên jîyankirin ji dinyayê re bide bihîstandin çalakîya ku bi tevî 150 şervanan li bajara Budennovskê hatibû kirin jî îdare kir.

Di meha Nîsana sala 1996an de ji Fermandarîya Hêzên Çekdar yê Komarîya Çeçenîstanê re hat wezîfedarkirin. Û operasyona Groznîya ku Rusan mecbûr hêşt ku ji Çeçenîstanê derketin jî serkarî kir.

Di sala 1998an de li Groznîyê di Kongreya Xelqên Daxistan-Çeçen de serok hat hilbijartin. Di civîna duyemîn a Kongreyê de bi qerara ku di 1ê Tebaxa 1999an de hat dayîn de jî ji serokatîya Şûraya Îslamê re hat hilbijartin.

Ji ber ku Rusya di sala 1999an de cardin Çeçenîstanê îşxal kir ew jî cardin vegerîya Çeçenîstanê û fermandarîya Cepheya Rojhilatê domand. Basayev, di dema herba duyemîn de jî Groznîya paytext parast, dema ku ji bajêr vedikişîya birîndar bûbû û alîyekî çokê wî jî jêbûbû.

Basayev, di 1ê Tîrmehê sala 2006an de dema ku wezîfeya Fermandarîya Hêzên bi Çekdar yê Çeçenîstanê ku di bin ‘emrê Dokka Umarovê Serokê Dewletê de bû dikir, li gundê Ekazevoya Înguşetyayê, di qonwoyeke leşkerî yê ku tê de bû de ji ber teqîna teqemenîyek şehîd bû. (ÎLKHA)