Li Pakistanê ji ber baran û bagarê hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 26 kesan

Ji ber baran û bagara ku li bajara Karaçîya Pakistanê tesîra xwe didomîne heta 26 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 12.07.2022 14:05:31 / Güncelleme: 12.07.2022 14:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref  PDMAya ku Otorîteya Îdareya Afetê ya Sîndhê ye destnîşan kir, ji ber baran û bagerê li Karaçîyê 14 kes û li tevahîya welêt jî 12 kes tevde 26 kes canê xwe ji dest dan.

Di encama felaketa ku pêk hat de gelek mal û dikan di bin avê de man.

Ji ber baranên ku ji 1ê Hezîranê vir ve tesîra xwe li welêt zêde dikin heta niha 136 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)