Karwana Hêvîyê li çar alîyê welêt ji bi deh hezaran kesên feqîr re goştê qurbanê belav kir

Sazîya alîkarîya ya navneteweyî ya ku him li nava welêt û him jî li derveyî welêt xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomîne, di cê ‘Îda Qurbanê de jî ji kesên feqîr û jar re alîkarî kir.

Ekleme: 12.07.2022 11:10:28 / Güncelleme: 12.07.2022 11:10:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji rayedarên komeleyê hatin wergirtin ew wek Karwanana Hêvîyê li Sêrt, Mêrdîn, Semsûr, Êlih, Xarpêt, Bidlîs, Mêrsîn, Bîngol, Bursa, Riha, Şirnex, Diyarbekir, Entabê û Wanê organîzasyonên qurbanê tertîp kirine û goştê wan qurbanên ku dane serjêkirin ji bi deh hezaran kesên feqîr re belav kirine.

Endam û dildarên komeleyê li gelek bajaran li ser navê Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di dema Îda Qurbanê de goştê qurbanan belav dikirin ji teref PKK/HDPyîyan ve hatibûn şehîdkirin jî goştê qurbanan  belav kirin.

Xebatên belavkirina goştê qurbanan a komeleyê bênavber berdewam dike.(ÎLKHA)