Sazîyên alîkarî û xêrê li Efxanistanê ji 45 hezar malbatên feqîr re goştê qurbanê belav kirin

IHO EBRAR, Avrupa Yetim Eli, Karwana Hêvîyê û Weqfa Yetîman li Efxanistanê ji 45 hezar malbatên feqîr re goştê qurbanê belav kirin.

Ekleme: 12.07.2022 11:05:34 / Güncelleme: 12.07.2022 11:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Efxanistanê ji bo ji malbatên feqîr re alîkarîya goştê qurbanê bê kirin li 24 bajaran ji teref IHO EBRAR, Avrupa Yetim Eli, Karwana Hêvîyê û Weqfa Yetîman ve organîzasyona serjêkirina qurbanan hat kirin. Di bergeha organîzasyona ku hat kirin de 217 dewar û 13 pez hatin serjêkirin ku ev goştê ku 18 ton û 300 kîlo bû ji 45 hezar malbatan re hat belavkirin.

Fîkrî Karavîlê Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman û her wisa koordînatortîya IHO EBRAR, Avrupa Yetim Eli, Karwana Hêvîyê dike derbarê xebat û alîkarîyên ku tên kirin de destnîşan kir, li her dera Efxanistanê feqîrî û perîşanî hakim e.

Karavîl di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew ji bo serjêkirina qurbanan li 24 xalên Efxanistanê ji xwe re cî diyar kirine û dû re wisa li axavtina xwe zêde kir: “ Me bi tevahî li 24 bajaran 217 dewar û 13 pez da serjêkirin ku ev goştê ku 18 ton û 300 kîlo bû ji 45 hezar malbatan re belav kir.Xweda xêra temamê kesên xêrxwaz qebûl bike.”(ÎLKHA)