Li Îzmîrê 447 koçber hatin girtin

Li Îzmîrê di operasyona ku hat kirin da 447 koçberên ku xwe amade dikirin bi qaçaxî derbas bibin hatin girtin.

Ekleme: 11.07.2022 13:25:09 / Güncelleme: 11.07.2022 13:25:09 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê, Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiyên Koçberan û Bazirganiya Însanan di navbera 28ê Hezîran û 7ê Tîrmeha 2022an de li Menderes, Çeşme, Seferîhisar, Foça û Karaburunê 13 operasyonên cuda yên li dijî qaçaxçitiya koçberan kirin.

Di operasyonan de 447 koçber hatin girtin û 13 şikbar jî hatin binçavkirin.

Ji gumanbarên ku sewqî edliyeyê hatin kirin 6 kes hatin girtin, 7 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.(ÎLKHA)