HUDA PAR û 8 partîyan sîyasî ‘îda hev pîroz kirin

​Ji ber minasebeta ‘Îda Qurbanê di bergeha ziyaretên ku hatin kirin de HUDA PAR û 8 partîyên siyasî ‘îda hev pîroz kirin.

Ekleme: 11.07.2022 11:25:32 / Güncelleme: 11.07.2022 11:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di bergaha ziyaretên ku  him ji teref HUDA PARê ve û him jî ji teref partîyên din ve hatin kirin de HUDA PAR û partîyên bi navê AK PARTÎ, Saadet Partisi, Yeniden Refah Partisi, Gelecek Partisi, İYİ Parti, DEVA Partisi, Anavatan Partisi û Milli Yol Partisi ‘îda hev pîroz kirin.

Di ziyaretên ku li navenda HUDA PARê hatin kirin de mêvan ji teref  Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, Alîkarê Serokê Teşkîlatê Yasîn Dursun û Alîkarê Serokê Şaxên Ciwanan ê Xortanîyê Yunus Yilmaz ve hatin pêşîwazîkirin.  Her wisa Sekreterê Giştî Şehzade Demîr, Serokê Şaxên Ciwanan Hamdullah Er û Alîkarê Serokê Karên Hiqûq û Mafên Mirovan Hasan Bzodaş jî di nav wê heyeta ku çûn ziyareta partîyên siyasî de cî girtin.

Di hevdîtin û pîrozbahîyên ‘îdê yên ku ji teref partîyên siyasî ve hatin kirin de meseleyên îqtîsadî, bihabûna heyatê, enflasyon û tiştên muhîm ên di rojeva welêt û derveyî welêt de hene hatin muzarekirin.