Peyama sersaxiya Mesûd Barzanî ya ji bo koça dawî ya Elî Qazî

Serokê Giştî yê PDKê û Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Elî Qazî peyameke sersaxîyê belav kir.

Ekleme: 11.07.2022 11:09:53 / Güncelleme: 11.07.2022 11:09:53 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di peyama xwe de wisa got:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin min nûçeya koça dawî ya (Kak Elî Qazî kurê Pêşewa Qazî Mihemed) bihîst.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata têkoşer û niştimanperwer Pêşewa Qazî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdarim ruhê Xwedê jêrazî Kak Elî Qazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)”(ÎLKHA)