Karwana Hêvîyê ya Entabê ji bi sedan malbatan re goştê qurbanê belav kir

Sazîya Alîkarîyê Karwana Hêvîyê ya Entabê wek her sal îsal jî di ‘Îda Qurbanê de ji kesên feqîr û jar re alîkarî kir û ji wan re goştê sor belav kir.

Ekleme: 10.07.2022 11:45:33 / Güncelleme: 10.07.2022 11:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê xebatên qurbanê yên ku tên kirin de ji teref Mustafa Ozaslanê Serokê Karwana Hêvîyê yê Entabê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ozaslan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew kêfxweş in ku di vê ‘îdê de jî ji wan kesên feqîr re alîkar bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Ez îda temamê Misliman pîroz dikim û hêvî dikim ku ev ‘îd bibe wesîleya xêr û bereketan.  Em wek Karwana Hêvîyê ya Entabê  wek her sal di vê ‘Îda Qurbanê de jî  qurbanan da serjêkirin û xebatên me yên serjêkirina qurbanan xelas bûn. Dû re jî me ji bi sedan malbatên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re goştê sor belav kir.  Bi vê wesîleyê em kêfxweş in. Bi saxîya vê xebatê salê carekê be goşt dikeve mala feqîran ku ew ji bi vê yekê gelek zêde kêfxweş dibin.Xweda xêrê wan kesên xêrxwaz û keda wan di vî kar û xizmetî de heye razî be.”(ÎLKHA)