Ji bo 21 bajaran hişyarîya barana zêde hat kirin

Ji teref AFAD û Meteorolojîyê ve ji bo 21 bajarên ku di nav de Enqere û Stenbol jî hene hişyarîya barana zêde hat kirin.

Ekleme: 10.07.2022 11:09:50 / Güncelleme: 10.07.2022 11:09:50 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hatine belavkirin, ew ê baran li bajarên Stenbol, Kocaelî, Sakarya, Yalova, Bursa, Balikesîr, Çanakkale, Bolu, Duzce, Karabuk, Zonguldak, Kastamonu, Sînop, Bartin, Enqere, Eskîşehîr, Çankiri, Afyonkarahîsar, Kutahya û Çorumê zêde bibare ku ji ber vê yekê dibe ku lehî rabûn ku divê welatîyên me bi dîqqet bin.(ÎLKHA)