Li seranserê welêt welatî bi coş û şahîya ‘Îda Qurbanê berê xwe dan mizgeftan

Ji ber minasebeta ‘Îda Qurbanê li seranserê welêt Misliman serê şeveqê zû hişyar bûn û berê xwe dan mizgeftan.

Ekleme: 09.07.2022 09:25:39 / Güncelleme: 09.07.2022 09:25:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mislimanên ku çûn mizgeftan bi cemaatî nimêja ‘îdê kirin û xutbeya derheqê îdê de guhdar kirin. Piştî nimêja ‘îdê Mislimanan li mizgeftê îda hev pîroz kirin û çûn ziyareta nasên xwe yên ku rehmet kirine û li ser rûhên wan fatîha xwendin û ji bo wan dia kirin.(ÎLKHA)