Meteorolojiyê ji bo 10 parêzgehan hişyariya baranê da

Tê texmînkirin ku di roja ewil a Eyda Qurbanê da li Behra Reş û Anatoliya ya Navîn de wê baran bibare.

Ekleme: 08.07.2022 16:50:32 / Güncelleme: 08.07.2022 16:50:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor hişyariya Meteorolojî û AFADê, tê texmînkirin ku sibê li hindirê Bolu, Karabuk, Duzce û Kastamonûyê, navend û bakur û rojavayê Enqere, Çankiri, Eskîşehîr, Kutahya, Bîlecîk û başûrê rojhilatê Bursayê wê barana gur bibare.

AFAD'ê ji bo sibe piştî nîvro di hesabê xwe yê medyaya civakî de van bajaran xetirand.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de di derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Li gorî agahiya ku ji meteorolojiyê hat hildan, roja septê piştî nîvro li beşên Bolu û Karabuk, Duzce û Kastamonûyê; Tê payîn ku li navend û bakur û rojavayê Enqere, Çankiri, Eskîşehir, Bîlecîk û başûrê rojhilatê Bursayê wê baraneke gur bibare. (ÎLKHA)