Karwana Hêvîyê ya Edeneyê ji êtîman re alîkarîya cil û bergan kir

Karwana Hêvîyê ya Edeneyê, ji gelek êtîman re ‘îdanîyê belav kir û wan gelek kêfxweş kir.

Ekleme: 08.07.2022 16:35:32 / Güncelleme: 08.07.2022 16:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê ya Edeneyê ku bi alîkarîya xêrxwazan fealîyetên xwe didomîne, dest dirêjkirina ji mihtacan re û di navbera dewlemend û feqîran de jî dîtina wezîfeyek e pirê berdewam dike.

“Ev ê di vê ‘Îdê de jî rûyê êtîman bi ken be”

Cevdet Dîzlekê Alîkarê Serokê Komeleya Karwanê Hêvîyê yê Edeneyê derheqê alîkarîya ku kirin de agahîyan da û weha got, “Em bi navê Karwana Hêvîyê yê Edeneyê di sala 2022an de di çarçoveya bexşên ku ji teref xêrxwazan ve hatine bexşkirin de bernameya xwe yê poşandina êtîman da destpêkirin. Eger ku Xwedê bike nisîb emê êtîmên xwe bibin dikanê. Ew li dikanê li gorî dilên xwe cilan biecibînin û bigrin. Bi Îzna Xwedê ew ê di vê ‘Îdê de jî rûyê êtîman bikene. Em ji xêrxwazên xwe yên ku ji kenê êtîman re bûne wesîle sipas dikin. Xwedê Teala ji wan razî bibe.” (ÎLKHA)