Qemyonet li motobisiqletê qelibî: Mirîyek, 2 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Entabê qemyonetek li motobisiqletek qelibî, di encama qezayê de zarokekî 4 salî canê xwe ji dest da, bavê zarok û birayê wî jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.07.2022 16:15:33 / Güncelleme: 08.07.2022 16:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, qemyonetek li Taxa Taşlicaya ku girêdayê navçeya Şehîtkamîla Entabê ye li motobisiqleteke ku di bin kontrolê Kemîl El Abdullahê 26 salî de bû qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê motobisiqletê Kemîl El Abdullah (26), Husseîn El Abdullah (2) û Mohamed El Abdullah (4) birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî hatin sewqkirin. Kesên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Abdulkadîr Yuksel.

Hat dîyarkirin Mohamed El Abdullah, li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da. Rewşa bav Kemil El Abdullah jî giran e.

Hat îfadekirin ku şofêrê qamyonetê hat binçavkirin û tehqîqata ku derheqê meseleyê de hat destpêkirin jî berdewam dike. (ÎLKHA)