‘Îd ji bona sile-î rehmê firsetek e

Omer Ayanê Alîkarê Miftîyê Bajar yê Bûrsayê derheqê ‘Îda Qurbanê ku sibê bê îdreqkirin de tewsîyeyan da, di tewsîyeyê xwe de îfade kir ku ‘îdan ji bona sile-î rehmê (çûndin û hatine li eqrebeyan) firsetek e.

Ekleme: 08.07.2022 14:25:32 / Güncelleme: 08.07.2022 14:25:32 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Ayan di axavtina xwe de destnîşankir piştî jêkirina qurbanê alîyê herî muhîm gerek ji êtîm, bêkes û feqîran re bê dayîn û axavtina xwe weha domand, “Ew ê ku bi navê îbadetê dikeve ev e. Ji 3 parçeyê yek yê eqrebeyên nêz û mivanên ku werin e. Yekê dinê jî ji bona malbatê bê helandin baş e. Eger ku ew malbat feqîr be û di salê carkî goşt dikeve mala wê dikarin wê qurbanê tev ji bona malê helînin.”

“Silah-î rehm îbadeteke muhîm e ku Îslam qîmetê didê”

Ayan di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku di ‘Îdan de sila-î rehm gelek muhîm e, “Bi taybetî di ‘Îdan de pirsîna eqrebeyên nêz û dûr, çûndin û hatin û li wan pirsîn gelek muhîm e. Sila-î Rehm, îbadeteke ji wan îbadetan e ku Xwedê Teala di Quranê de ji Misilmanan dixwaze ku bikin, pêxemberê me teşwîq dike û îslam jî ewqas qîmetê dide ye. Misilman, gerek dê û bavê xwe, xûşk û birayên xwe û eqrebeyên xwe yên ku mihtacê mirovan e zîyaret bike.”

“‘Îda Qurbanê roja yekîtî û bihevrebûnîyê ye”

Ayhan di axavtina xwe de weha got, “Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) di hedîsekî xwe de weha dibêje; eger ku eqrebeyên te eleqeyên xwe ji te qut kiribin jî tu berdewam bike. ‘Îda Qurbanê roja yekîtî û bihevrebûnîyê ye. Lazimatîya Misilmana gelek ji yekîtî û bihevrebûnîyê re heye. Alema Îslamê belav bûye. Ji bona ku Quran û Sinnetê baş hîn nebûne ketine ev halê. Dema ku em Quranê mêzebikin Xweda ewakî dibêje, ‘Bi tevahî xwe li benê Xwadê girêdin tu dem jê neqetin.’ Ev ‘Îdan jî ji bona Mûminan wesîleyek e.”

“Lazimatîya Misilmanan ji yekîtî û bihevrebûnîyê re gelek zêde heye.”

Ayan di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em ummeta Îslamê hetta em bi mirovatî gelek îhtîyacîya me jê heye. Xwedê Teala bila yekîtî û piştgirîya me xira neke. Me jî ji wan ‘evdên xwe yên ji wan razîye bide nivisandin. ‘Îda hemû birayên me pîroz be.” (ÎLKHA)