Ji Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir peyama ‘Îda Qurbanê

Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekir, bi minasebeta ‘Îda Qurbanê peyamek belav kir.

Ekleme: 08.07.2022 12:20:31 / Güncelleme: 08.07.2022 12:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Peyam ji teref Şahîn Eleleçî ve hat xwendin û weha hat gotin:

“Em daxwaz dikin ku bila vê ‘Îda Qurbanê bibe wesîleya xêrê. Di serî de ‘Îda welatê xwe dû re jî ‘Îda welatên Efxenîstan, Filistîn, Arakan, Yemen û Misilmanên mezlum û mistez’ef ên ku li çar alîyê cîhanê li ser ‘erdên mezlum dijîn pîroz dikin.”

Elelçî di dawîya peyamê de weha got, “Em bi vê wesîleyê bi navê Karwana Hêvîyê ku piştgirî û piştevanîyê ji xwe re kirîye bingeh ji Xwedê Teala daxwaz dikin ku bila ‘îd bibe wesîleya wehdet, afîyet, yekîtî û selametê.” (ÎLKHA)