Em anîna tekbîrên teşrîkê ji bîr nekin

Bila tekbîrên teşrîkê yên ku ji nimêja şeveqê ya roja arefê dest pê dike û heta nimêja esrê ya 4. roja îdê tên anîn bila di bîra me de bin.

Ekleme: 08.07.2022 11:20:31 / Güncelleme: 08.07.2022 11:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji wan tekbîrên ku piştî 23 rekat nimêjên ferz 3 caran li ser hevdû tê gotin re tekbîrên teşrîkê tê gotin.  Tekbîra teşrîkê wisa ye: Allahu ekber, Allahu ekber, Allahu ekber. La îlahe îllallahu wallahu ekber. Allahu ekber ve lîllahî’l-hamd."

Di Îda Qurbanê de anîna tekbîrên teşrîkê li ser pîrek û zilaman wacib e.

Bi tekbîrên teşrîkê yên ku tên anîn Misliman,  mezinbûn û qudreta Rebbê xwe tînin ziman û destnîşan dikin ku ê ku qanûnan dideyne û xwedîyê hêz û qeweta ebedî ye Xweda bi xwe ye.(ÎLKHA)