Bernameya pîrozkirina ‘îdê ya HUDA PARê dîyar bû

HUDA PAR, ji ber pîrozkirina ‘îdê ya ku bûye kevneşopî ew ê bi 7 partîyan re bernameya pîrozkirinê tertîp bike.

Ekleme: 08.07.2022 10:05:31 / Güncelleme: 08.07.2022 10:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku HUDA PAR ew ê bi; AK partî, ÎYÎ Partî, Partîya Seadetê, Partîya Anavatan, Partîya Refaha Ji Nû Ve, Partîya Gelecek û Partîya Deva re bi rûberû dê zîyaretê bike.

Ew ê bernameya ‘Îdê ya HUDA PARê ewakî be:

Li gorî daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin, ewê 10ê Tîrmehê roja Yekşemê ku roja 2yemîn a ‘Îda Qurbanê ye, serê ‘ewil di navbera seatê 10.10-10.25an de bi lijneya AK Partîyê re hevdîtin bike.

HUDA PAR piştî zîyareta ku li AK Partîyê bike bi dorê ew ê bi Partîya Deva re di navbera seat 10.45-11.00an de,

Bi Partîya Sedatê re di navbera seat 12.10-12.25an de, bi Partîya Rêya Millî re di navbera seatê 12.45-13.00 de,

Bi Partîya Gelecekê re di navbera seat 15.00-15.15 de

Bi Partîya ÎYÎ re di navbera seat 15.30-15.45 de

Bi Partîya Refaha Ji Nû Ve re di navbera seat 16.00-16.15 de

Bi Partîya Anavatanê re di navbera seat 16.35-16.50 de bi li hemberî ew ê zîyaretên pîrozkirina ‘Îdê bike.

Kesên ku bên navenda HUDA PARê ew ê wan kesan Huseyîn Îmîrê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê, Yasîn Dursunê ji Alîkarên Serokê Teşkîlat yê HUDA PARê, Yunus Yilmazê Alîkarê Serokê Şaxa Civanên yê HUDA PARê pêşwazî bike.

Ew ê Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê, Hamdullah Erê Serokê Şaxa Civanên yê HUDA PARê, Hasan Bozdaşê Alîkarê Serokê Karên Hiqûq û Heqên Îsnanî yê HUDA PARê jî lijneya ku herin partîyan zîyaret bikin bin. (ÎLKHA)