Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê li Efxenîstanê bi sedan malbatan re alîkarîya meddî kir

Ekîbên Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê ku berîya ‘Îda Qurbanê gihaştin Efxenîstanê, berîya ‘îdê bi sedan malbatên êtîm, sêwî û feqîran re alîkarîya meddî kirin.

Ekleme: 07.07.2022 15:15:41 / Güncelleme: 07.07.2022 15:15:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê ku bi xebatên xêrê di gelek welatan de navê xwe dane bihîstandin, di vê ‘Îda Qurbanê de jî bexşên xêrxwazan ji bona ku bighêjînin xwedîyê wan bi tevî nav welat li çar alîyê dinyayê dest bi xebatên xwe kirin.

Rayedarên weqfan ku alîkarîyên xwe yên him ji bona ‘Îda Qurbanê û him jî piştî ‘îdê bi kar bînin çûn Efxenîstanê, di berîya ‘îdê de ji malbatên mihtac re alîkarîya meddî kirin.

Fîkrî Karavîlê Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew li Kabîla paytexta Efxenîstanê bi tevî Karwana Hêvîyê ji malbatên mihtac re alîkarîyan gihandin.

Fîkrî Karavîl di axavtina xwe de weha got, “Ji ‘Îdê re du roj ma, malbatên ku me di berê de wan tespît kiribû gazî ofîsa xwe kir. Me li vê derê jî bexşên xêrxwazên Karwanê Hêvîyê û Weqfa Êtîman belav kir. Malbatên ku me alîkarîyan belavê wan kir; malbatên êtîm û mexdur bûn. Me îro ji 200 malbatên êtîm û 161 malbatên mexdur re 50 dolar alîkarîyê belav kir. Bi îzna Xwedê ew bi vê alîkarîyê lazimatîyên xwe yên ‘îdê bistînin. Xwedê Teala ji wan xêrxwazên me yên ku alîkarîyên xwe gihandine me razî bibe.” (ÎLKHA)