Boris Johnsonê Serokwezîrê Îngîlîstanê îstîfa kir

Boris Johnsonê Serokwezîrê Îngîlîstanê, di seat 14.30yan de li hemberî çapemenîyê daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de îstîfaya xwe ragihand.

Ekleme: 07.07.2022 14:55:34 / Güncelleme: 07.07.2022 14:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Johnson, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir heta ku serokeke nû bê hilbijartin ew ê li ser wezîfeya xwe bimîne.

Doh jî Sajîd Javîdê Wezîrê Tenduritî yê Îngîlîstanê û Rîshî Sunakê Wezîrê Darayî, li pey hev daxuyandin ku ew ji wezîfeyên xwe ên Hikumetê îstîfa kirin.

Îro jî piştî îstîfakirina wezîran hinek alîkarên wezîran jî îstîfa kiribûn. Bi tevahî hejmarên ku îstîfa hatibû kirin derketibû 35 kesan. (ÎLKHA)