Micahidê Berdevkê Efxenîstanê: Em ji qerara “mittefîk” yê Bidenê endîşe nakin

Zebîhullah Micahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê yê Efxenîstanê, bal kişand ku ew ji qerarê Joe Biden ku derheqê Efxenîstanê de qerar dabû ku ji derxistina statûtaya “Mittefîka herê muhîm ya ku ne endamê NATOYê ye” de endîşe nakin.

Ekleme: 07.07.2022 14:09:35 / Güncelleme: 07.07.2022 14:09:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Micahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê yê Efxenîstanê, di hîsabê xwe yê medyaya civakî de qerara Bîdenê ku derheqê vegerandina polîtîkaya statûya Efxenîstanê ya ku “Mittefîka herê muhîm ya ku ne endamê NATOYê ye” de nirxandinan kir.

Micahîd di hîsabê xwe de destnîşan kir ku ew ji vê qerara Emrîqayê endîşedar nabin û bal kişand ku ev statû di berê de jî feydeyê wê ji Efxenîstanê re tunebû ye.

Micahîd di daxuyanîya xwe de weha got, “Efxanîstan di nav 20 salê dawîn de ji ber ev statûyê li herêmê gelek janan kişandin û derheqê ev de jî yadîgarên wan ên baş jî tuneye.”

Mîcahîd, ji axavtina xwe re ev gotinan jî îlawe kir ku ew bi welatan re di sektora tîcaret û dîplomasîyê de jî minasebetên baş, erênî û ewlemendîyê dixwazin.

Emrîqa, di sala 2012an de Efxenîstanê bi şeklê mittefikê ku ne endamê NATOyê ye kiribû nav mittefikên xwe. (ÎLKHA)