Karwana Hêvîyê ya Êlîhê ji 200î zêdetir zarokên êtîm û mihtacan re alîkarîya cil û bergan kir

Zarokên ku bi tevî malbatên xwe hatin dikanê û îmkana girtina sol û cilên bi dilê xwe bidestxistin, kêfxweşîya derbaskirina ‘Îda Qurbanê bi cilên nû jîyan kirin.

Ekleme: 07.07.2022 12:15:33 / Güncelleme: 07.07.2022 12:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê ya Êlîhê, berîya ‘Îda Qurbanê bi sedan zarokên êtîm û mihtac re bi şîara “Ji êtîm û mihtacan re bibe hêvî” cil û solan da û wan kêfxweş kir.

Salîh Guzelê Serokê Karwana Hêvîyê yê Êlîhê, derheqê alîkarîyê de daxuyanî da, di daxuyanîyê de got ku ew li bajêr ji 200î zêdetir zarokên êtîm û mihtac re bi minasebeta ‘Îda Qurbanê alîkarîya cilan kirin.

“Me îmkaneke ku ji 200î zêdetir zarokên êtîm û mihtac bidin poşandin bidestxist”

Guzel di axavtina xwe de bal kişand ku ew alîkarîya cil û bergan ji xwe re kirine wek kevneşopîyek û weha li axavtina xwe berdewam kir, “Em bi navê Karwana Hêvîyê yê Êlîhê bernameyeke poşandina zarokan ku me ji xwe re kirîye wek kevneşpîyek bi kar tînin. Me bi alîkarîya xêrxwazên me li vê derê îmkana poşandina 200 zarokên êtîm û mihtacan bidestxist. Xwedê Teala ji xêrxwazên me razî bibe.”

“Roja ku êtîm û feqîr kêfxweş dibin ew roj ji bona me jî roja dilxweşîyek e”

Guzel di domandina axavtina xwe de ji xêrxwazên ku ji wan re alîkarîyê kirine re sipasîyan kir û weha got, “Her roja ku êtîm û feqîr dikenin, ji bona me roja dilxweşîyê ye. Xwedê Teala ji wan xêrxwazên ku ev rojê ji me re dane jîyandin razî bibe. Ji bona ku Karwana Hêvîyê ya Êlîhê ji xêrên xwe re kirine navbeynkar ji wan re sipas dikin.”

Guzel destnîşan kir ku ew bi navê Karwana Hêvîyê ya Êlîhê ev 12 sal e fealîyetan dikin, “Di pêşîya me de bi Karwana Hêvîyê ya Êlîhê ‘Îdeke Qurbanê heye. Em ji xêrxwazên xwe ji bona ku di vê ‘Îdê de rûyên malbatên feqîr bidin kêfê, hinek be jî îhtîyacîya wan yê xwarinê bidînin dixwazin ku bila bexşan bikin, em dixwazin ku van êtîm û feqîran kêfxweş bikin. Bawerîya me heye ku van xêrxwazên me di vê meseleyê de ew ê me tenê nehêlin.” (ÎLKHA)