Ji bo fîyetê fehş cezayê pere ya îdarî wê bê bikaranîn

Ji teref Wezareta Ragihandin û Binesazîyê ve hat diyarkirin ku, cezayê îdarî li ser şîrketên ku tê dîtin ku berîya Cejna Qurbanê bi fîyetê fehş bilêtan difroşin, we ji wan re ceza were birîn.

Ekleme: 07.07.2022 11:25:32 / Güncelleme: 07.07.2022 11:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku beriya Cejna Qurbanê Midûriyeta Giştî ya Rêziknameya Xizmetên Veguhastinê kontrolên veguhastina rêwîyan zêde kir.

Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Rêziknameya Xizmetên Veguhastinê de ev hat diyarkirin:

“Bi taybetî di betlaneya Cejna Qurbanê û piştî wê, hem ji aliyê wezaret û hem jî ji aliyê rayedarên hiqûqê ve di derbarê kesên ku fîyetê fehş bi kar tînin de kontrolan bê kirin. Ji bilî fîyetê fehşa bilêtê ya zêde ya di kontrolan de; gelo otobus neqla korsan in, belgeyên destûrnameyê, lihevhatina bi dem û nexşeya bihayê, belgeyên guncan ên şifêr û kontrolkirina bilêtê dê bêne çêkirin. Kesên ku li gorî Qanûna Veguhastinê ya Rê tevnegerin cezayê pere ya îdarî wê be nivîsandin.” (ÎLKHA)