Li Nîjeryayê êrîş li girtîgehê hat kirin: Nêzê 900 mehkûm fîrar kirin

Hat destnîşankirin ku li Nîjeryayê êrîş li Girtîgeha Kujeyê hat kirin, di encama êrîşê de 879 mehkûm fîrar kirin. Ji bona mehkûmên ku fîrar kirine bên qefaltin xebat hat destpêkirin.

Ekleme: 07.07.2022 10:05:32 / Güncelleme: 07.07.2022 10:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh di seatên êvarê de ji teref kesên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve bi çekan êrîş li Girtîgeha Kujeya ku li Abujaya paytex e hat kirin.

Hat dîyarkirin koma ku êrîş kirin bi hêzên ewlehîyê re pevçûn kirin, di encama pevçûnê de wezîfedarek hat kuştin, 4 mehkum jî di navbera pevçûnê de man û mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di Girtîgeha Kujeyê de hezar mehkûm hebûn û ji van mehkûman jî 879 mehkûm fîrar kirin.

Ji teref Beşîr Magashîyê Wezîrê Parastinê ve hat daxuyandin ku 443 mehkûm hatin qefaltin.

Ji bona mehkûmên dinê jî bên qefaltin xebat hat destpêkirin. (ÎLKHA)