Li Pakîstanê baranên musonê tesîrdar dibe: 77 mirî

Şerî Rahmanê Wezîrê Veguhertina Îqlîm yê Pakîstanê got ku, di encama baranên musonê li giştîyê welat 77 kes mirin.

Ekleme: 07.07.2022 09:09:50 / Güncelleme: 07.07.2022 09:09:50 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Baranên zêde ku dibare li wîlayetên Belucistan, Pencap, Hayber Pahtunhvayê û Gilgit-Baltistanê jîyanê bi xirabî tesîrdar dike.

Li bajara Kettaya Belucistanê di nav 2 rojên dawîn de baranên ku zê de dibare bû sedema afet û qezayan di encama van afet û qezayan de jî 20 kes mirin, gelek xanî xira bûn û bi sedan mal û dikan jî zirarê dîtin.

Baran, li herêma Gilgit-Baltistanê bû sedema lehî û hezazê. Li herêmê 4 kes canê xwe ji dest dan, herî kêm 200 xanî jî ji ber lehî û hezazê xira bûn.

Li bajarên Ravalpîndî û Gujranvalaya wîlayeta Pencapê jî ji barana zêde tesîrdar bûn.

Li welat di nav 2 rojên dawîn de ji ber barana ku zê de dibare hejmarên kesên ku canê xwe ji dest dan derket 32 kesan.

Şerî Rahmanê Wezîrê Veguhertina Îqlîm yê Pakîstanê, li Îslamabada paytext daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ji 14ê Hezîranê heta niha di encama baranên musonê de li giştîyê welat 77 kes mirin. (ÎLKHA)