Li Agirîyê qeza: 3 birîndar

Hat destnîşankirin ku mînîbûseke ku li alîyê Patnosê diçû li erebeyeke ku ji rê derketî qelibî, di encama qezayê de 3 kesên ku di mînîbûsê de bûn birîndar bûn.

Ekleme: 06.07.2022 17:15:46 / Güncelleme: 06.07.2022 17:15:46 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînbûseke ku bi plaqeya 04 j 7525 di bin qontrola K.B.de bû li derdorê Avahîya Girtîgehê li Taxa Sala 100emîn li erebeya ku di bin qontrola A.K. de bû û ji rê derketibû qelibî.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê qezayê der ekîbên 112, îtfaîye û ewlehîyê hatin sewqkirin.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Agirîyê. (ÎLKHA)