Li Entab’ê veguhastina navbajêr di Cejna Qurbanê de bêheqe

Ji teref Şaredarîya Mezin ya Entab’ê ve hat diyarkirîn ku xizmeta veguhastina navbajêr ji roja ‘Erefatê heta dawîya cejnê wê bêheq be.

Ekleme: 06.07.2022 16:55:36 / Güncelleme: 06.07.2022 16:55:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şaredarîya Mezin ya Entab’ê destnîşankir ku, di Cejna Qurbanê de tramwey û otobus wê 5 rojan bêheq xîzmetê bidin.

Weke her cejnê, ji bo ku welatî kevneşopiya cejnê bi rehetî pêk bînin, ev Cejna Qurbanê jî dê di navbera 8-12 Tîrmehê de li seranserê bajêr bêheq be.

Ji bo sepana ku dê veguhastina navbajêra bi sefera giştî hêsan bike, ji bo siwarbûna bêpere qerta Gazîentab’ê bide xwendin wê bes be. (ÎLKHA)