Li Loristanê qezaya trafîkê: 2 mirî, 57 birîndar

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Loristana Rojhilata Kurdistanê otobûsek ku geştyar tê de bûn qelibî, di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan û 57 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 06.07.2022 13:45:37 / Güncelleme: 06.07.2022 13:45:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûseke ku geştyar tê de bûn di seat 01.00an de di navbera bajarên kûhdeşta Loristanê û Meşheda Xorasana Rezewî de ji ber ku hê sedema wê nayê zanîn qelibî.

Di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan û 57 kes jî birîndar bûn.

Ji teref Mucteba Xalidîyê Berdevkê Sazîya Alîkarîya Lez yê Îranê ve hat destnîşankirin di encama qezayê de 2 kesên ku di nav otobûsê de bûn canê xwe ji dest dan û 57 kesên dinê jî birîndar bûn.

Hat dîyarkirin kesên birîndar hatin rakirin li Nexweşxaneyên Brucêrd û Xuremawayê. (ÎLKHA)