Li Aydinê 28 koçber hatin qefaltin

Li navçeya Kuşadasiya Aydinê 28 koçberên ku di nav kelekeke lastîk de bûn hatin qefaltin.

Ekleme: 06.07.2022 10:45:33 / Güncelleme: 06.07.2022 10:45:33 / Xeberen Kurdi / Aydın Haberleri
Destek için 

Ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û hat destnîşankirin ku ew di radarê de dîtin ku di nav kelekeke lastîk de koçber hene, ji ber vê yekê ji cihê koçberan re ekîban hatin sewqkirin.

28 koçberên ku di nav kelekê de bûn hatin derxistin.

Hat ragihandin koçberên ku hatine qefaltin piştî qontrolên tenduristîyê ji Midirtîya Îdareya Koç a Bajar re hatin teslîmkirin. (ÎLKHA)