Mezin tevlî şerê zarokan bûn: 2 jê giran 6 birîndar

Li Edene’yê di pevçûna çekdarî yê malbatên ku mudaxeleyî şerê zarokan kirin de 2 jê giran 6 kes birîndar bûn.

Ekleme: 06.07.2022 10:30:35 / Güncelleme: 06.07.2022 10:30:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pevçûn li mehela 19 Mayisa navçêya Yurexirê Edene’yê pêk hat.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, malbatên ku xwestin şerê di navbera zarokan de ji hev cuda bikin, bi hev re dest bi nîqaşan kirin.

Di ecama nîqaşa ku pêk hat de bi derxistina demençe û tivingan ev nîqaş vegerîya pevçûnê.

Ji her du alîyan jî 6 kes birîndar bûn û kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derûdorê.

Hat destnîşankirin ku rewşa 2 birîndaran giran e.

Polês derheqê bûyerê de tehqîqet da destpêkirin. (ÎLKHA)