Meteorolojî ji bo 5 bajaran hişyarîya baranê da

Hat destnîşankirin ku ji bona bajarên Ordu, Gîresun, Trabzon, Rîze û Artvînê hişyarîya baranê hat dayîn.

Ekleme: 06.07.2022 09:10:06 / Güncelleme: 06.07.2022 09:10:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên ku ji teref Meteorolojîyê ve hat belavkirin li alîyê rojhilata bajarên Ordu, Gîresun, Trabzon, Rîze û Artvînê cih bi cih ew ê ‘ewr be û di piştî seatên nîvroyê de jî ji bo navenda bajêr tê texmînkirin ku baraneke zêde bibare.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ew ê di germahîya hewayê de tu cudayîyek çênebe, li giştîyê welat jî ew ê hewa normal bibe. (ÎLKHA)