Weqfa Êtîman li Cizîrê berî Cejna Qurbanê alîkarî bi êtîman kir

Nûnertiya Cizîrê ya Weqfa Êtîman beriya Cejna Qurbanê, li Cizîra navçeya Şirnexê ji bi dehan zarokên sêwî re alîkarîya cil û berg û pêlavan kir.

Ekleme: 05.07.2022 13:55:33 / Güncelleme: 05.07.2022 13:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nûnertiya Weqfa Êtîmana Cizîrê beriya Cejna Qurbanê êtîm ji bîr nekir û bi cil û berg û pêlavên Cejna Qurbanê  zarokên sêwî û êtîm kêfxweş kir.

Di bernameya ku ji teref rayedarên Weqfa Êtîman ve hat lidarxistin de bi dehan zarok li gor dilê xwe  cil û bergan kirîn.

Nûnera Cizîrî yê Weqfa Êtîman Şefaat Camçi jî der barê alîkariyê de agahî da û wiha got: “Weke Nûnertiya Weqfa Yetîman a Cizîrê beriya Cejna Qurbanê me malbatên xwe yên sêwî anîn dikanê û ji wan re cil û berg û pêlavên cejnê kirî. Bi desteka xêrxwazan me di vê cejnê de  êtîm û sêwiyan kêfxweş kir. Xwedê xêra xêrxwazên me qebûl bike.". (ÎLKHA)