Nûnertiya Weqfa Êtîmana Cizîrê beriya Cejna Qurbanê êtîm ji bîr nekir û bi cil û berg û pêlavên Cejna Qurbanê zarokên sêwî û êtîm kêfxweş kir.
Di bernameya ku ji teref rayedarên Weqfa Êtîman ve hat lidarxistin de bi dehan zarok li gor dilê xwe cil û bergan kirîn.
Nûnera Cizîrî yê Weqfa Êtîman Şefaat Camçi jî der barê alîkariyê de agahî da û wiha got: “Weke Nûnertiya Weqfa Yetîman a Cizîrê beriya Cejna Qurbanê me malbatên xwe yên sêwî anîn dikanê û ji wan re cil û berg û pêlavên cejnê kirî. Bi desteka xêrxwazan me di vê cejnê de êtîm û sêwiyan kêfxweş kir. Xwedê xêra xêrxwazên me qebûl bike.". (ÎLKHA)