Karwana Hêvîyê ya Tersûsê berîya ‘Îdê zarokên êtîm û mihtacan kêfxweş kir

Karwana Hêvîyê ya Tersûsê, bi minasebeta ‘Îda Qurbanê gelek zarokên êtîm û mihtac da poşandin.

Ekleme: 05.07.2022 13:40:29 / Güncelleme: 05.07.2022 13:40:29 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Komeleya Karwana Hêvîyê ya Tersûsê ku gelek fealîyetên alîkarîyê dike, bi alîkaîrya xêrxwazan li Tersûsê berîya ‘Îda Qurbanê ji zarokên êtîm û mihtacan re alîkarîya cil û bergên îdanîyê kir.

Ramazan Tekyildizê Alîkarê Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê yê Tersûsê derheqê bernameyê de axavtinek kir, di axavtina xwe de ji xêrxwazan re ji bona ku alîkarîyê kirine û mihtacan kêfxweş kirine sipasîyan şîyand.

Tekyildiz di axavtina we de weha got, “Em bi navê Karwana Hêvîyê li Tersûsê ji bona zarokê malbatên me yên mihtac alîkarîya cil û bergên ‘îdanîyê kir. Xwedê Teala, ji ber vê xêrê ji wan xêrxwazên me razî bibe. Hûn di rûyê zarokan de bûn wek kenekî. Hûn ji kêfxwaşîya wan re bûn hevpar. Bila Xwedayê min pirsgirêkên we yên him di vê dinyayê de û him jî di axiretê de çareser bike.” (ÎLKHA)