Li Pakîstanê ji ber barana zêde heta niha 7 kes mirin 20 kes jî birîndar bûn

Di qezayên ku ji ber barana zêde li eyaleta Belûçistana Pakistanê qewimîn de herî kêm 7 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 05.07.2022 13:30:32 / Güncelleme: 05.07.2022 13:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barana zêde Kettaya ku paytexta parêzgeha Belûcistana Pakistanê ye jî di nav de  li gelek bajaran bi bandor dewam dike.

Li herêma Sariabê ya Kettayê ji ber barana zêde ban û dîwar hilweşiyan.

Li bajarê ku rê di bin avê de man û elektrîk qut bûn, di qezayên ku ji ber barana zêde pêk hatin de herî kêm 7 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku ekîbên rizgarkirinê, gihandina alîkariyan ji bo welatiyan li Sariab û herêmên din xebatên xwe didomînin. (ÎLKHA)