Ji NY ji bo Somalîyê hişyarîya “kêmasîya xwarinê ya di sewîyeya felaketê de”

Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku, li Somalîyê ji meha Çileyê heta niha herî kêm 200 heb zarok ji xweyîbûna bêkêm canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 05.07.2022 11:09:54 / Güncelleme: 05.07.2022 11:09:54 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Koordînasyona Alîkarîya Îsanî ya NY, hat destnîşankirin ku Somalî ji sala 2017an heta niha cara yekem li hember “kêmasîya xwarinê ya di sewîyeya felaketê de” ye.

Di berdewama daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku, li herêmên cuda yên welat ji meha çileya 2017an heta niha herî kêm 200 heb zarok ji ber xweyîbûna bêkêm canê xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku hat îfadekirin de hat gotin ku ji ber şertên ziwayîyê, xirabûna hatina barana mewsîmê li 8 herêmên welat ku bû 4emîn e li pey hev tê, “(Ev rewş) ji 7 milyonî zêdetir kesan tesîrdar kir û ji 805 hezarî zêdetir kesan jî ji cihê xwe kir.”

Hikumeta Somalîyê, li welat di 23yê Sermaweza 2021an de ji ber zêdebûna ziwayîyê  “rewşa acîl” îlan kiribû. (ÎLKHA)