Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Sêrtê dikandaran zîyaret kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, li Sêrtê di çarçoveyê xwe yên zîyaretan de dikandarên ku li ser Ceddeya Guresê ne zîyaret kir.

Ekleme: 05.07.2022 10:05:35 / Güncelleme: 05.07.2022 10:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapiciogluyê ku li çar alîyê Tirkîyeyê zîyaretan dike, di vê çarçoveyê de vê carê jî li Sêrtê zîyaretan kir.

Yapicioglu li vê derê bi welatîyan re sohbetê kir û pirsên wan û pirsên dikandaran re bersivan da.

“Ji ‘îdê re çend roj maye lê tevgerdarîya wê ‘îdê tuneye û dikandaran jî bi şekleke ciddî di nav pirsgirêkek de ne”

Yapiciogluyê ku dikandaran zîyaret kir û dûre ji endamên çapemenîyê re nirxandinan kir weha axivî, “Li welat bi giştî pirsgirêkeke aborîyê heye. Îro reqemên enflasyonê hat daxuyandin û enflasyon li alîyê jorde diçe û zêde dibe. Ji ‘îdê re çend roj maye lê tevgerdarîya wê ‘îdê hê dest pê nekirîye, dikandaran bi şekleke ciddî di nav pirsgirêkek de ne. Hêna ji bona ku dikanên xwe negirên micadele dikin hene, lê eger ku ewakî berdewam bike dibe ku vana jî di demeke kurt de mecbûr bimînin ku dikanên xwe bigrin, me nîşanên vê jî di zîyaretên xwe yên îro de dît.”

“Gerek tu meaşeke ku di binê sînora biçîbûnîyê de ye nemîne”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bi bîr anît ku gerek meaşên memuran li gorî reqamên enflasyonê ji nû ve bên nirxandin û weha axavtina xwe dawî kir, “Enflasyona mirovên ku îdareya xwe bi pereyek kêm bi kar tînin ji reqemên enflasyona ku hatîye daxuyandin zêdetir e, çîmkî li ser meddeyên ku enflasyonê zêde dike tiştên xwarinê ne. Dema ku fîyetên tiştên xwarinê ji enflasyonê zêdetir bin wan kesên ku îdareya xwe bi meaşeke kêm bi kar tînin ji vê zêdebûnîyê gelek zêde tesîrdar dibin. Gerek ev tişt bê berçavan û li gorî wê meaş bên zêdekirin, gerek tu meaşekek di bin sînora birçîbûnîyê de nemîne, sînora birçîbûnîyê ji bona malbeteke bi 4 kesan 6 hezar lîreyê derbas bûye  sînora feqîrîyê jî li ser 20 hezar lîreyê ye, qenebî meaşên wan kesên ku îdareyên xwe bi meaşeke kêm bi kar tînin bila li ser fîyeta birçîbûnîyê be, ji bona ev tiştê jî gerek fedekarîyek bê kirin û ji budçeyê ji wan re heqeke zêde bê dayîn. Lê dema ku ewakî nebe pirsgirêkên mezin bêvîya me disekine.”

Di zîyaretê de bi tevî Yapicioglu re Mahmut Îrtemê endamê Sazîyê Giştî, Mehmet Zulfîkar Firat, Abdulhakîm Tekînê Serokê Bajar yê Sêrtê, serokên navçeyan û endamên teşkîlatê jî beşdar bûn. (ÎLKHA)