Li Emrîqayê êrîşa bi çekdar: 6 mirî, 30 birîndar

Hat destnîşankirin ku li bajara Chîcagoya Emrîqayê di dema pîrozkirina serxwebûnîyê de êrîşeke bi çekdar pêk hat, di encama êrîşê de 6 kes mirin û 30 kes birîndar bûn.

Ekleme: 05.07.2022 08:40:31 / Güncelleme: 05.07.2022 08:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref polêsan ve hat daxuyandin ku li Chîcagoyê di pîrozkirina “4ê Tîrmehê Roja Serxwebûnîyê” de ji teref Robert E. Crîmo III ve bi çekan êrîş hat kirin.

Polêsa herêma Hînghland Parkê di berdewama daxuyandina agahîyan de îfade kir ku di encama êrîşê de herî kêm 6 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyanîya polêsê de hat îfadekirin ku Robert E. Crîmo IIIyê bersûc di piştî dayîna li pey wî yê di demeke kurt de hat qefaltin. (ÎLKHA)