Li Fatîhê pevçûna bi çekdar: 3 birîndar

Hat destnîşankirin ku li navçeya Fatîha Stenbolê ji ber gelemşeya parqê pevçûna bi çekdar pêk hat, di encama pevçûnê de 3 kes birîndar bûn.

Ekleme: 04.07.2022 17:25:35 / Güncelleme: 04.07.2022 17:25:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di seat 15.00an de li ser Ceddeya Kucuk Langaya Taxa Aksarayê di navbera dikandaran de ji ber cihê parqê şer derket. Şerê ku derket jî bi derxistina çekan di demeke kurt de vegerîya pevçûnê û 3 kes jî di encama vê pevçûnê de birîndar bûn.

3 kesên birîndar bi alîkarîya mirovên derdorê hatin rakirin nexweşxaneyê û bi xeberdayîna mirovan ji cihê meseleyê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. (ÎLKHA)