Karwana Hêvîyê li Agirîyê ji 200 malbatan re cilê ‘îdê belav kir

Şubeya Agirîyê Komele ya Karwana Hêvîyê ku her sal berîya ‘îdê ji malbatên mihtac re xwarin, goşt û cilan belav dike, di vê çarçoveyê de berîya ‘Îda Qurbanê ji 200 malbatan re jî cilên ‘îdê belav kir.

Ekleme: 04.07.2022 14:09:54 / Güncelleme: 04.07.2022 14:09:54 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şubeya Agirîyê Komele ya Karwana Hêvîyê cilên ku ji xêrxwazan kom kirin di avahîya komeleyê de ji malbat û kesên mihtac re belav kir, bi vê wesîleyê rûyê mihtacan kêfxweş kir.

Suat Çelîkê Temsîlkarê Agirîyê Komele yê Karwana Hêvîyê derheqê alîkarîyê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de ji xêrxwazan re ji bona ku ji wan re bûne alîkar sipasîyan kir.

Çelîk di axavtina xwe de weha got, “Wek ku hun jî zanin em berîya her ‘îdê alîkarîya cilan dikin. Di meha Remezanê de jî bernameyên belavkirina xwarinê û poşandina êtîman hene. Di ‘Îda Qurbanê de jî belavkirina goştê sor heye lê ji xebatên me yên berîya ‘îdê jî roja înê, şemîyê û yekşemê me 200 malbatên xwe bi dehe deh telefonê wan kir û wan de’wetê avahîya komeleyê kir, li vê derê jî me ji wan re cilan kategorîze kiribû. Bi vê şeklê malbatên ku me gazî wan kir hatin û bi xwe cilên xwe hilbijartin û çûn. Bi rastî me kêfekî gelek mezin jîyan kir, Xwedê Teala ji hemû kesên ku di vê meseleyê de alîkarî kirine û xêrxwazan razî bibe. Ji ber ku berîya ‘Îda Qurbanê ji bona bernameyek ewakî re bûne wesîle bila Xwedê Teala wan bi beheşta xwe bide xelatkirin înşeallah. Me gazî 200 malbatên xwe kir, ji van malbatan jî herêka sisê sisê, pêncepênce û dehedeh zarokên wan hebûn, ji herêka yek re sol, cilên cuda cuda da wan. Herkes jî li gorî xwe sol û cilan ecibandin.” (ÎLKHA)