Li Danîmarkayê ji navenda danûstandinê re êrîşa bi çekdar

Hat destnîşankirin ku li Danîmarkayê êrîşeke çekdar li navenda danûstandina ku li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê ye hat kirin, di encama êrîşê de hat gotin ku mirî û birîndar hene.

Ekleme: 04.07.2022 12:25:37 / Güncelleme: 04.07.2022 12:25:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin hat dîyarkirin ku êrîş li navenda danûstandina ku navê wê “Fîeld’s” e hat kirin, di encama êrîşê de gelek mirî û birîndar hene.

Soren Thomasseyê Berdevkê Polês yê Kopenhagê daxuyand, di encama êrîşê de gelek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn û rewşa hinek birîndaran jî giran e.

Thomasse, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku şikdarek hat qefaltin, ev kesê ku hat qefaltin jî 22 salîye û ji Danîmarkayî ye.

Hat îfadekirin ku tehqîqatên polês berdewam dike, kesê ku êrîşê bi kar anîye jî kesek tenê ye û li herêmê jî tedbîrên mezin hat girtin. (ÎLKHA)