Li Hîndîstanê otobûs qeza kir: 16 mirî

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Hîmaçal Pradeşa Hîndîstanê otobûs ket nav gelîyê, di encama qezayê de 16 kes canê xwe ji dest dan û 29 kes birîndar bûn.

Ekleme: 04.07.2022 12:09:55 / Güncelleme: 04.07.2022 12:09:55 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin otobûsek ku 45 rêwî tê de bûn li herêma Kulluya wîlayeta Hîmaçal Pradeşê ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li gelî gêr bû.

Piştî qezayê ji cihê meseleyê re gelek ekîbên tenduristî û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 16 kes canê xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin rewşa hinek birîndaran giran e û ji zêdebûna hêjmarên mirîyan jî endîşe tê kirin. (ÎLKHA)