Li Stenbolê pevçûn: 4 jê giran 10 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Stenbolê di seatên êvarê de di navbera du koman de pevçûna bi çekdar pêk hat, di encama pevçûnê de 4 jê giran tev de 10 kes birîndar bûn.

Ekleme: 04.07.2022 10:40:30 / Güncelleme: 04.07.2022 10:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Fatîha li navçeya Sîlîvrîya Stenbolê di navbera du koman de pêşî bi gotinê gelemşe derket. Dû re ev gelemşe bi derxistina çekan li pevçûnê vegerîya û bi çekan berê hevdû dan.

Di encama pevçûnê de 4 jê giran tevde 10 kes birîndar bûn.

Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)