Kontejana 20 hezar mamosteyên ku dê bên tayînkirin diyar bû

MEBê ji mamostetîya zimanê ku pê bi milyonan Kurd diaxin re bes 3 kontejan veqetand.

Ekleme: 04.07.2022 10:35:29 / Güncelleme: 04.07.2022 10:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ew ê di demeke nêz de 20 hezar mamoste bên tayînkirin ku kontejana 20 hezar mamosteyên ku dê bên tayînkirin diyar bû.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin MEBê ji mamostetîya zimanê Kurdî(Kurmancî-Zazakî) ya ku pê bi milyonan Kurd diaxin re bes 3 kontejan veqetand ku ev yek di raya giştî de bû sedema nerazîbûn û bertekan.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ji zimanên din ên mîna Rûsî, Îngîlîzî û Elmanî ev qas kontejan hat veqetandin:

Almanî: 175

Erebî: 193

Fransizî: 3

Îngîlîzî: 450

Îspanyolî: 1

Rûsî:1 (ÎLKHA)