Li Îtalyayê 6 kesên ku di bin cemeda ku hilweşîya de man mirin

Hat destnîşankirin ku li herêma Marmoladaya Çîyayên Alpan cemedeke mezin hilweşîya.

Ekleme: 04.07.2022 09:20:32 / Güncelleme: 04.07.2022 09:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama hilweşîna cemeda ku li Marmolaya ku aîdê Çîyayên Alpêye û li alîyê Îtalyayê ye de herî kêm 6 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî dîyarîyên ‘ewil ya ku ji teref ekîbên lêgerîn û xelaskirinê ya ku li wê derê dixebitin ve, li çîyaya ku mesele li wê derê pêk hat 6 çîyakêş canê xwe ji dest dan û 1 jê giran tev de 8 kes jî birîndar bûn.

Hat dîyarkirin hê 10 kes jî windane û ji bona ku bên dîtin jî xebat berdewam dikin.

Cemeda ku li tepika Marmoladayê ye, bi “Ji cemedên ew ê herî  mezin yê li Îtalyayê” tê zanîn. (ÎLKHA)